Operasyonên qirkirinê yên AKP'ê wê li Parlamenta Swêdê bên nîqaşkirin

Zext û êrîşên AKP'ê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê, wê di 11'ê Sibatê roja Pêncşemê de li Parlamenta Swêdê werin nîqaşkirin.

Zext û êrîşên AKP'ê yên li Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê, wê di 11'ê Sibatê roja Pêncşemê de li Parlamenta Swêdê werin nîqaşkirin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk da û bi pêşkêşkirina pêşnûme pirsekê re xwest, mijarên; komkujiyên li hemberî gelê Kurd, girtina rojnamevan, Hevşaredar û siyasetmedarên Kurd li Parlamenta Swêdê werin nîqaşkirin.

'YEKÎTIYA EWROPA Û SWÊD KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Kakabaveh ragihand, ku ji ber bahaneya krîza penaberan a li welatên Ewropayê, Yekîtiya Ewropa û Swêd komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji nedîtî ve tên.

Kakabaveh anî ziman ku rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul, ji ber ku dîmenên li ser alîkariya çek û cebilxneyan a hikûmeta Tirk ji çeteyên DAIŞ'ê weşandin hatin girtin, her wiha li zêdeyî hezar akademîsyenên li dijî şerê hikûmeta AKP'ê yê li hemberî gelê Kurd derketin doz hatin vekirin û got, "Erdogan, Hevserokên HDP'ê yên daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd anî ziman, bi xayîntiya li welêt sûcdar dike. Erdogan dixwaze mafê destlêdanê yê parlamenterên HDP'yî rake. Par li hemberî lokalên partiyê yên HDP'ê êrîş hatin kirin. Li pêşberî van êrîşan hikûmetê nexwest HDP'ê biparêze."

'ERDOGAN JI BO BIBE DÎKTATOR ŞER LI DIJÎ KURDAN ÎLAN KIR'

Kakabaveh da zanîn ku tevî hemû êrîşên li hemberî avahî û endamên xwe, HDP'ê di hilbiajrtinên 7'ê Hezîranê de serketineke mezin bi dest xist û 80 parlamenter wergirt. Kakabev got, "Lê belê Erdogan ê hurmetê nîşanî encamên hilbijartinê û vîna gle nade, ji bo bibe serok, bi gotineke din ji bo bibe dîktator, li dijî Kurdan şer îlan kir û hilbijartin ji nû ve xist rojevê."

Kakabaveh ragihand, ku AKP'ê Bakurê Kurdistanê kiriye qada şer û li 18 navçe û bajarên Kurdan 54 caran derketina derve qedexe kiriye.

'VEGERA DEWLETA TIRK Û PKK'Ê LI HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ GIRÎNG E'

Kakabaveh da xuyakirin, ku pirsgirêka Kurd ne bi şer bi diyalogê dikare were çareserkirin û ji bo ewlekirina mafên çandî û demokratîk ên gelê Kurd xwest PKK û dewleta Tirk ji nû ve li hevdîtinên aştiyê vegerin.

Kakabaveh diyar kir, hebûna navê PKK'ê di lîsteya rêxistinên 'terorîst' de, rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd digire û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên 'terorîst' a Ewropayê, wê çi bike.

Kakabaveh ragihand, ku Yekîtiya Ewropa û Swêd gelekî baş dizanin; dewleta Tirk Kurdistan dorpêç kiriye û gelê Kurd qetil dike û anî ziman, ku bi dayîna 4 mîlyar euro re hikûmeta AKP'ê hatiye pîrozkirin.

Kakabaveh diyar kir ku ew ê di rûniştina hefteya pêş a li parlamentê de van mijaran bixe rojevê.