Aloziya 'Sûriye' ya navbera Îran û Siûdiyan mezin dibe

Piştî ku Erebîstana Siûdî da xuyakirin, ku ew ji bo operasyoneke bejahî ya li Sûriyeyê amade ye, rewşa aloz a di navbera Riyad û Tehranê de ev demeke heye, mezintir bû.

Piştî ku Erebîstana Siûdî da xuyakirin, ku ew ji bo operasyoneke bejahî ya li Sûriyeyê amade ye, rewşa aloz a di navbera Riyad û Tehranê de ev demeke heye, mezintir bû. Rêveberiya Riyadê diyar kir, ew amade ye bi pêşengiya DYA tevlî operasyoneke bejahî ya li Sûriyeyê bibe.

Nîqaş tê kirin ku Erebîstana Siûdî bi deh hezaran leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê. Tê gotin, ku ev leşker wê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bibin. Li gorî îdîayan, Tirkiye, Qûweyt, Behreyn, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Qatar jî wê tevlî projeyê bibin.

ÎRAN: EM Ê NEHÊLIN LEŞKERÊN SIÛDÎ YÊN BIKEVIN SÛRIYEYÊ BI SAXÎ BIFILITIN

Îranê di cih de bersiv da vê hewldana Siûdiyan.

Li gorî Reutersê, Fermandarê Mûxafizên Şoreşê Mûhammed el Caferî destnîşan kir, ku Erebîstana Siûdî newêre leşkeran bişîne Sûriyeyê û got, "Eger bibe ku bişîne, wê çaxê em ê yekî wan jî sax nehêlin."