Li gorî lêkolîna zanyarên Fransaî ya di kovara PNAS a ser bi Akademiyên Zanistên Amerîkayê hat weşandin, mîkro plastîkên di nava okyanûsan de tên hiştin, di serî de îstîrîdye gefeke cidî li çêbûna Heywanên Nermik dixwin.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku parçeyên polyester ên li cihê îstîrîdye lê hene hatine hiştin, ji aliyê îstîrîdyeyan ve tên daqurtandin û ev zindî, piştî 2 mehan êdî kêmtir hêkan dikin. Her wiha hat dîtin, ku hêkên îstîrîdye li nava okyanûsan dikin, gelekî biçûk in.
Li gorî lêkolînê spermatozoidên heywanên nermik (Mollusca) ên plastîkan dadiqurtînin, hîn kêmtir tevdigerin û ji sedî 41 van zindiyan zêde nabin. Di çarçoveya lêkolînê de ji herêmên herî gemarî yên okyanûsa li Çînê mînak hat wergirtin. Ji ber ku ev rewş li okyanûsên din ên cîhanê kêm tê dîtin, rewş 'erênî' hat nirxandin.
Lêkolînerên Fransayê hişyarî dan ku gemarîbûna derya û okyanûsan zêde dibe û destnîşan kirin, ku divê civak û karsazên pîşesaziyê bi vê hişmendiyê hîn bi berpirsyarî tevbigerin.
Di lêkolînê de hat ragihandin, ku mirov salane 4 heta 12 mîlyon ton çopa plastîk ber didin nava derya û okyanûsan. Hişyarî hat dayîn ku heta sala 2050 ev yek dikare rê li ber kirêtiyeke cidî veke.