NY ji Fransayê xwest hurmetê nîşanî mafên zarokan bide

Di rapora Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (CRC) de, tevî şîdeta li hemberî zarokan a li Fransayê, nêzîkatiya li zarokên astengdar jî bi tundî hat rexnekirin.

Di rapora Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (CRC) de, tevî şîdeta li hemberî zarokan a li Fransayê, nêzîkatiya li zarokên astengdar jî bi tundî hat rexnekirin. Di raporê de bal hat kişandin ser helwestên diêşîne û nîjadperest ên li hemberî zarokên Roman ên li vî welatî.

CRC, rêbazên cezakirina fîzîkî ya zarokan di nava malbatê de, li dibistanan û wargehên lênêrîn ên alternatîf, rexne kir. Di raporê de hat xwestin, li hemberî pêkanînên bi vî rengî qedexeyên zelal û bi biryar werin destnîşankirin û dawî li pêkanînên nebaş ên li wargehên lênêrîn û nexweşxaneyan li zarokên astengdar tên kirin.

Di raporê de bi taybetî hat xwestin, pêkanîna 'nixumandina zarokên otîstîk bi betaniyên nêm û sar, bê qedexekirin.

'DIVÊ CIHÊKARIYA LI ZAROKÊN ROMAN TÊ KIRIN BI DAWÎ BIBE'

Di rapora Komîteya Mafên Zarokan de bal hat kişandin ser pêkanînên diêşîne û nîjadperest ên li hemberî zarokên penaber, bi taybetî zarokên Roman.

Hynd Eyyûbî Îdrîsî li konferansa çapemeniyê axivî û bal kişand ser drama penaberan a li qada daristanî ya li herêma Calaîsê. Îdrîsî bibîr xist, ku ji bo parastina mafên zarokên penaber Wezareta Karên Hundir biryarname derxistiye, lê di navbera gotin û pêkanînê de cudahiyeke gelekî mezin heye.

Îdrîsî da zanîn, ku zarokên penaberan ên li herêma Calaîsê dijîn, di serî de mafê tenduristiyê ji xizmetên cemaweriyê bêparin.

Piştî aşkerekirina raporê, Musteşariya ji Mafên Zarokan Berpirsyar daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku Fransa wê polîtîkayên xwe li gorî pêşniyarên CRC ji nû ve binirxîne.