YE û NATO amadekariyan dikin dest li Lîbyayê werdin

Li Lîbyayê, tevî ku di ser têkbirina Mûammer Kaddafî re 5 sal derbas bûne jî aramî hînê nehatiya vî welatî. NATO û YE, ji bo pêşî li xurtbûna çeteyên DAIŞ'ê li vî welatî bigirin, amadekariya destwerdaneke leşkerî dikin.

Li Lîbyayê, tevî ku di ser têkbirina Mûammer Kaddafî re 5 sal derbas bûne jî aramî hînê nehatiya vî welatî. NATO û YE, ji bo pêşî li xurtbûna çeteyên DAIŞ'ê li vî welatî bigirin, amadekariya destwerdaneke leşkerî dikin.

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve Federîca Mogherînî di Civîna Bilind a Wezîrên Parastin û Karên Derve yên Yekîtiya Ewropa (YE) de axivî û diyar kir, eger li Lîbyayê hikûmeteke yekîtiya neteweyî ava bibe, ew amade ne ji aliyê ewlekariyê ev bibin alîkar. Mogherînî da zanîn, alîkariya leşkerî bi daxwaza hikûmeta ava bibe dibe û da zanîn ku çarçoveya mîsyona alîkariya bi penaberan re a bi navê 'Sophîa' dikare bê berfirehkirin.

Wezîra Parastinê ya Elmanya Ûrsûla von der Leyen jî di axaxftina xwe ya li vê civînê de ragihand, ku Lîbya ji bo DAIŞ'ê veguheriye qadeke çalakiyan.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg jî destnîşan kir, ku pêkhatina aramiyê li Lîbyayê bi avakirina hikûmeta yekîtiya neteweyî dibe. Stoltenberg anî ziman, ev hikûmet dikare di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de roleke girîng bilîze û ragihand, ku ji bo avakirina saziyên parastinê NATO amade ye alîkariyê bide. Stoltenberg got ew dikarin şêwirmend û perwerdekarên xwe yên leşkerî bişînin Lîbyayê.

Li gorî çavkaniyên YE û NATO, bi qasî 5 hezar çete yan jî sempatîzanên aktîf ên DAIŞ'ê li Lîbyayê hene. Bajarê Sîrte yê li navenda peravê welêt e, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye. Bajarên Tobrûk, Bîngazî û El Bayda yên li rojhilat jî i destê hikûmeta Tobrûk a ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin de ye. Paytext Trîpolî û herêmên din ên li rojavayê welêt jî di destê hikûmeteke din a bi awayekî de facto ava bû de ye, ku vê hikûmetê bi hikûmeta Tobruk re li hev kiriye.