Awûstûrya wê 50 hezar penaberan dersînor bike
Hikûmeta Awûstûryayê biryar da heta sala 2019'an herî kêm 50 hezar penaberan li welatên jê hatine vegerîne.
Hikûmeta Awûstûryayê biryar da heta sala 2019'an herî kêm 50 hezar penaberan li welatên jê hatine vegerîne.
Hikûmeta Awûstûryayê amadekariyan dike, bi deh hezaran penaberan li welatên jê hatine vegerîne. Bi vê armancê wê di hefteya pêş de hin pêkanînên ji bo lezandina kar û barên burokratîk, morkirina peymanên dersînorkirinê û seferên balafiran bên amadekirin, wê bikevin meriyetê.
Wezîra Karên Hundir Johanna Mîkl-Leîtner got, "Gelek welat pêkanînên xwe dişidîne. Me kir ku rêze reaksiyoneke aqilane li Ewropayê bikeve nava tevgerê."
Wezîrê Parastinê yê nû Hans Peter Doskozîl roja Sêşemê di qenaleke televîzyonê de dabû xuyakirin ku ew ê penaberên serlêdana wan nehatine qebûlkirin li welatên jê hatine vegerînin û ji bo vê vê yekê jî balafirên bi tîpa Hercul C-130 amade kirine.
Hikûmeta Awûstûryayê beriya niha dabû xuyakirin ku îsal herî zêde ew ê 37 hezar 500 penaberan qebûl bikin. Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hat ragihandin ku li gorî plana hatiey kirin heta sala 2019'an ew ê herî hindik 50 hezar penaberan dersînor bikin.
Awûstûrya xwedî nifûsa 8.4 mîlyonî ye. Par 90 hezar penaberan serlêdan kiribûn.