8 hezar 250 Îslamiyên tund li Fransayê hatin tespîtkirin

Li Fransayê, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Mijdarê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara mirovên navê wan weke 'Îslamiyeên tund û xetere' hatin qeydkirin, di nava sala dawî de bi du qatan zêde bû.

Li gorî bîlançoya rojnameya Le Fîgaro li gorî daneyên polîs, jenderme û Wezareta Perwerdeyê amade kir, heta 28'ê Sibatê hejmara kesên Îslamî yên tund ên li Fransayê weke 8 hezar 250 hat tespîtkirin. Ev hejmar par di meha Adarê de weke 4 hezar 15 hatibû diyarkirin. Hat ragihandin, piraniya van kesên Îslamî yên tund li paytext Parîsê, herêma Île-de-France û li bajarên başûrrojhilatê Fransayê dijîn.

Tê gotin, ji sedî 70 ê van mirovan mêr in, ji sedî 20 temenê wan di binê 18 salî de ne.

Li Fransayê, di nava sala dawî de 4 hezar 848 malperên înternetê yan jî hesabên Facebook û Twitterê ji aliyê rayedaran ve hatin blokekirin. 

Li gorî bîlançoya nû, ji sedî 5 ê van şexsên tund ên Îslamî bi rêya înternetê tund bûn, ji sedî 95 ê van kesan jî yekser bi çeteyên tund re têkilî danîn, lewma tund bûne.