CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Şamê 3 êrîşên xwekujî
Li Paytexta Sûriye Şamê 3 êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. -
Heyeta Riyadê bi şert hatin Cenevreyê
Heyeta Konseya Muzakereyên Bilind (Riyad) hat Cenevreyê. Konsey di şertên ji bo tevlî Cenevre-3 bibe de israr dike. -
CDU û SPD dixwazin erka Meclîsa Federal a kontrolkirna mîsyonên leşkerî bê kêmkirin
Li Elmanyayê, ku heta roja îro ji bo 16 mîsyonên li derveyî welat leşker şand, tê xwestin erka şandina leşkeran bi giranî ji hikûmetê re were dayîn. -
Li Elmanyayê dijminatiya li penaberan gihaşt 'asteke xetere'
Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re êrîşên li dijî penaberan jî gihaşt asteke nû. -
FRONTEX: Hewldanên Tirkiyeyê yên li dijî bazirganên mirovan qels e
Encama ji bazara navbera YE û hikûmeta AKP'ê ya li ser penaberan dihat hêvîkirin, bi dest neket. Polîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. -
Ji bo astengkirina penaberan Elmanya tedbîrên nû digire
Li Elmanyayê, ji bo bisînorkirina hejmara koçberan, paketa duyemîn a tedbîrê hat stendin. -
Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û Malî zêde dike
Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya ji bo zêdekirina hejmara leşkerên Elman ên li welatê Bakurê Afrîkayê Malî û Başûrê Kurdistanê, qebûl kir. -
Îran têkiliyên xwe yên bi Fransayê re nû dike
Piştî ku ambargoya navneteweyî ji ser rabû, Îranê lez da têkiliyên xwe yên bi dewletên Ewropayê re. -
Swîsre têkildarî du mîlyon koçberan diçe ser sindoqan
Têkildarî qanûna ji bo vegerandina koçberên sûc kirine, Swîsre di 28'ê Sibata 2016'an de referandûmê pêk tîne. -
Rêxistina Efûyê ji ber îdamkirina zarokan de Îran hişyar kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internationa) di mijara îdamên li Îranê de, ku ev çend sal in di asta rekorê de ye, hişyarî da. -
Artêşa Elman 130 mîlyar euro budçeyeke din dixwaze
Ji bo nûjenkirina artêşa Elman, ku di dema dawî de bi kêmasiyên xwe yên di hêzên hewayî de dikeve rojevê, tê gotin ku pêwîstî bi budçeyeke din a ji 130 mîlyar euroyî heye. -
Polîsê Elman daye dû kesê 'ji Rojhilata Navîn' ê madeya kîmyewî kiriye
Piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, ku di encama êrîşa DAIŞ'ê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Elmanyayê jî tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin. Li vî welatî endîşeya li ser êrîşa kîmyewî heye. -
Li Iraqê operasyona li dijî DAIŞ'ê: 48 çete hatin kuştin
Di operasyona artêşa Iraqê ya li wîlayeta Anbar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 48 çete hatin kuştin. -
Agirbesta li Kolombiyayê wê ji aliyê NY ve bê şopandin
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara avakirina mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo çavdêriya li agirbest û hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê, qebûl kir. -
Buhayê petrolê careke din kêm bû
Piştî zêdebûna buhayê petrolê yên berî çend rojan bi rêjeya ji sedî 10'an, careke din kêm bû. Bi rêjeya ji sedî 6'an re buhayê petrolê kêm bû. -
Hejmara zarokên obez gelekî zêde bû
Li gorî raporeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li cîhanê 41 mîlyon zarokên obez kêmî 5 salî ne. -
Sendîkaya Swêdê ya 650 hezar endamên xwe hene, destek da akademîsyenan
Konfederasyona Navenda Akademîsyenên Swêdê (SACO) a ji 650 hezar endamî û Federasyona Endamên Hîndekariya Zanîngehan a Swêdê (SULF), destek dan akademîsyenên li dijî şerê li Tirkiyeyê derketin. -
Yekîtiya Ewropa ewlekariya sînorê xwe dişidîne
Yekîtiya Ewropa hewl dide bi şidandina ewlekariya sînor, xwe ji pêla penaberan a ji ber şerê li Sûriye û Iraqê rû daye, rizgar bike. -
Vîrûsa Zîka her belav dibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, ku vîrûsa Zîka dema bi jinên ducanî dikeve, bandorê li pitikên hînê ji dayik nebûne dike û zerarê dide sîstema rehikan. Rêxistinê bal kişand ser xeteriya belavbûna vê vîrûsê. -
Civîna Cenevre-3 taloq dibe
Civîna li ser rewşa Sûriyeyê ku tê plankirin li Cenevreyê bê lidarxistin, taloq dibe. -
Polîtîkayên Elmanya û Awûstûrya yên bisînorkirina penaberan dewam dikin
Tevî hewa sar a zivistanê jî herikîna pêla penaberan di navbera Awûstûrya û Elmanyayê de dewam dike. Elmanyayê ragihand ku rojane bi qasî 200 penaber tên vegerandin. -
Li DYA karesata berfê: 20 mirî
Li DYA, ji ber bahoza ji berfê gelek qeza rû dan. Di van qezayan de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê ji bo dilxwazên alîkariya însanî perwerdeya krîzê
Li bajarê Fransa Lyonê, ji bo xebatkar û xwendekarên di krîzên însanî de bi berpirsyarî rabin, perwerdeyeke gelekî cuda tê dayîn. -
Bazirganiya navbera Çîn û Îranê wê bigihêje 600 mîlyar dolarî
Îran, ku çend hefte berê ambargoya li ser bi temamî hat rakirin, bi girîngtirî partnerê xwe yê têkiliyên bazirganiyê Çînê re, bi dehan peymanên nû mor kir. -
Japonyayê rêjeya qebûlkirina serlêdanên penaberiyê ji sedî sed zêde kir
Li Japonyayê, ji nava 7586 serlêdanên penaberiyê yên di sala 2015'an de hatin kirin, bi tenê 27 ji wan qebûl kir.