Ji bo astengkirina penaberan Elmanya tedbîrên nû digire

Li Elmanyayê, ji bo bisînorkirina hejmara koçberan, paketa duyemîn a tedbîrê hat stendin.

Di civîna Serokwezîrên hikûmeên Federal û Eyaletan ên Elmanya de, biryar hat dayîn ku Tûnis, Cezayîr û Fas li nava lîsteya 'welatên ewle' bên bicihkirin. Di vê çarçoveyê de koçberên ji van her sê welatan tên wê bên vegerandin. Koçberên ji Sûriyeyê jî, ji bo endamên malbata xwe bînin cem xwe jî, wê neçar bin herî kêm du salan bisekinin.

Serokwezîr Angela Merkel der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, "Em ê yek bi yek bi welatên koçber jê tên re hevdîtinê bikin û mijarê ji wan re ragihînin. Yên li vê derê mayînde ne em dixwazin entegre bibin. Yên ku nepêkane li vir bimînin, divê werin şandin."

Di vê navberê de karta nasnameyê li koçberan hat belavkirin. Meclîsa Federal a Elmanya, ji bo koçber bi agahiyên cuda li eyaletên cuda qeydê çênekin, di 14'ê Çileyê de biryar da bû ku karta nasnameyê ji koçberan re were dayîn.