Artêşa Elman 130 mîlyar euro budçeyeke din dixwaze
Ji bo nûjenkirina artêşa Elman, ku di dema dawî de bi kêmasiyên xwe yên di hêzên hewayî de dikeve rojevê, tê gotin ku pêwîstî bi budçeyeke din a ji 130 mîlyar euroyî heye.
Ji bo nûjenkirina artêşa Elman, ku di dema dawî de bi kêmasiyên xwe yên di hêzên hewayî de dikeve rojevê, tê gotin ku pêwîstî bi budçeyeke din a ji 130 mîlyar euroyî heye.
Tê payîn ku Wezareta Maliyeyê bi erênî nêzî vê yekê bibe. Lê belê mûxalfet dibêje, "divê ewilî kar û barên artêşê werin diyarkirin."
Li gorî Hans-Peter Bartels, ku li ser xebatên nûjenkirina artêşa Elman rapor amade kir, artêş heta sala 2030'an wê pêwîstiya xwe bi budçeyeke din a ji 130 mîlyar euroyî hebe. Hat ragihandin ku Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen bi erênî nêzî daxwazên ji bo nûjenkirina artêşê dibe û eger bê qebûlkirin, wê 4 mîlyar euro ji budçeya heta niha zêdetir were dayîn.
Li gorî rapora Hans-Peter Bartels wê 130 mîlyar euro heta sala 2030'î bê belavkirin.
Li Elmanyayê budçeya salane ya artêşê zêdeyî 30 mîlyar euro ye. Hêza operasyonî ya artêşa Elman di salên dawî de bi awayekî cidî tê nîqaşkirin. Kevnbûna avahiyên artêşê li aliyekî, tê zanîn ku çek û cebilxaneya heyî nikarin bersivê bidin pêwîstiyên şerê mordern. Bi taybetî kêmasiyên di balafir û helîkopterên hêzên hewayî de xwe dan der, di nava artêşê de bû sedem gazinan.
Wezîre Maliyeyê Wolfgang Schaûble ku weke nîşaneya polîtîkaya şidandina kemberê tê naskirin, tê texmînkirin ku erênî nêzî vê daxwaza budçeyeke nû dibe. Schaûble dabû xuyakirin ku ji bo parastin û ewlekariya welêt, dibe ku hîn zêdetir pere bê xerckirin.
Wezareta Parastinê wê roja Pêncşemê van daxwazan ji Wezareta Maliyeyê re ragihîne û piştre di navbera wezaretan de wê hevdîtin li ser mijarê destpê bikin.
'ARTÊŞ WÊ JI BO ELMANYAYÎ KÎJAN KARÎ BIKE, DI DESTPÊKÊ DE EM WÊ DIYAR BIKIN'
Li aliyê din, mûxalfet li dijî lêçûnên nû yên leşkerî derdikeve. Partiya mûxalefeta bingehîn Paralmentera Dîe Lînke (Partiya Çep) Chrîstîne Bûchholz diyar kir ku rapora nû 'rapora biçekbûyînê' ye.
Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Keskan Anton Hofreîter jî got, "Beriya her tiştî wê artêş ji bo Komara Elmanya ya Federal çi karî bi ser bixîne, di destpêkê de em wê diyar bikin."