Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û Malî zêde dike
Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya ji bo zêdekirina hejmara leşkerên Elman ên li welatê Bakurê Afrîkayê Malî û Başûrê Kurdistanê, qebûl kir.

Di dengdayîna li Meclîsa Federal de 502 parlamenteran zêdekirina hejmara leşkerên Elman li Malî û Başûrê Kurdistanê erê kirin. Partiyên li desthilatdariyê CDU-CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û partiyên Keskan ên li mûxalefetê, dengê 'erê' dan vê pêşnûmeyê. Ji partiya mûxalefeta bingehîn Dîe Lînke (Partiya Çep) 66 parlamenteran dengê 'na' bi kar anîn.
Bi qebûlkirina pêşniyara Wezareta Parastinê re, hejmara leşkerên Elman ên li Malî di şerê li dijî komên Îslamî yên tund de perwerdeyê didin artêşê wê bibe 650 kes. Niha li Malî 150 leşker hene û wê heta meha hezîranê herî kêm 400 leşkerên din werin şandin.
Li Malî, ji Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (Mînûsma) ya ku sê sal in wezîfeyê dike, bi qasî 70 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Lewma endamên Partiya Çep a Elman li dij derdiketin ku leşkerên Elman ji Malî re werin şandin.
Li Başûrê Kurdistanê jî, di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hejmara leşkerên Elman ên perwerdeya leşkerî didin pêşmergeyan wê ji 100 derkeve 150 kesan.