Buhayê petrolê careke din kêm bû

Piştî zêdebûna buhayê petrolê yên berî çend rojan bi rêjeya ji sedî 10'an, careke din kêm bû. Bi rêjeya ji sedî 6'an re buhayê petrolê kêm bû.

Piştî ku buhayê varîla petrolê di asta 30.15 dolaran de kêm bû, Rêxistina Welatên Îxracatvanên Petrolê (OPEC) banga hevkariyê li hemû welatên petrolê hildiberînin kir.

Sekreterê Giştî yê Saziyê Abdullah El Bedrî di axaftina xwe ya li paytexta Îngilîstan Londonê de da xuyakirin, ku di mijara pêşkêşiya zêde ya rê li ber kêmbûna buhayê petrolê vekir de, hem bi welatên OPEC'ê hem jî bi welatên hilberîner ên li derveyî artelê, divê peymanek bê morkirin.

Bedrî anî ziman ku buhayê petrolê berê jî kêm bûbû û wê ji nû ve bilind bibe. Bedrî da zanîn ku beşeke mezin a zêdehiya pêşkêşiyê ji welatên li derveyî OPEC'ê hatiye.

Welatên OPEC'ê ku ji sedî 42 ê petrola li cîhanê hildiberînin, ev demeke dirêj e bi taybetî bi welatên hilberîner ên mîna Rûsyayê re pirsgirêkan dijîn.

Rûsya, komek ji welatên bi serkêşiya Erebîstana Siûdî sûcdar dike ku bi zanebûn buhayê petrolê kêm dikin.

El Bedrî diyar kir ku divê hemû hilberînerên mezin li dora maseyê rûnên, rêjeya petrola pêşkêş dikin kêm bikin buha zêde bin.

Tevî van daxuyaniyên OPEC'ê jî tê payîn ku di bazara navneteweyî de buhayê varîlê di sala 2016'an de ji 37 heta 45 Dolarî be.