Rêxistina Efûyê ji ber îdamkirina zarokan de Îran hişyar kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internationa) di mijara îdamên li Îranê de, ku ev çend sal in di asta rekorê de ye, hişyarî da.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internationa) di mijara îdamên li Îranê de, ku ev çend sal in di asta rekorê de ye, hişyarî da.
Rêxistina Efûyê, li dijî darvekirina zarokan bang kir û diyar kir ku herî kêm 49 jê zarok, bi giştî 160 kesên di dema temenê zarokatiyê de cezayê îdamê li wan hatiye birîn, li benda darvekirinê ne.
Di rapora Rêxistina Efûyê de, îdamkirina zarokan li Îranê bi tundî hat rexnekirin. Di raporê de hat ragihandin ku Îran Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û hat gotin, ji sala 2005'an heta 2015'an 73 kesên di emrê zarokatiyê de hatine îdamkirin. Rêxistina Efûyê diyar kir, hînê 49 jê kêmî 18 salî, bi giştî 160 kesên di emrê zarokatiyê de hatine darizandin û li benda darvekirinê ne hene.
Berdevkê Rêxistina Efûyê da zanîn, zarokên hatine îdamkirin ji ber sûcên cînayet, destavêtin, bazirganiya narkotîkê yan jî 'gefa li ewlekariya neteweyî' hatine mehkûmkirin û bibîr xist ku di nava van sûcdariyan de sûcdariya 'dijminatiya li Xwedê' jî heye. Berdevk neparastina mafên zarokan li Îranê weke 'cihê şermê' pênase kir.
Li gorî Rêxistina Efûyê, li Îranê piştî hilbijartina Hasan Rûhanî yê weke 'reformxwaz' dihat qebûlkirin, hejmara îdaman gelekî zêde bûye. Li gorî vê yekê di navbera 1'ê Çileyê-1'ê Tîrmeha 2015'an de 700 kes hatin îdamkirin. Ev hejmar bi qasî hejmara tevahiya sala 2014'an e.
Li Îran rewşa herî giran a di îdamkirina zarokan de, li hemberî zarokên keç tê kirin. Zarokên keç ên 9 salî, eger li gorî qanûnên Îranê sûcekî giran kiribin, bi îdamê tên cezakirin.