Îran têkiliyên xwe yên bi Fransayê re nû dike
Piştî ku ambargoya navneteweyî ji ser rabû, Îranê lez da têkiliyên xwe yên bi dewletên Ewropayê re.
Piştî ku ambargoya navneteweyî ji ser rabû, Îranê lez da têkiliyên xwe yên bi dewletên Ewropayê re.
Piştî ku ambargoya navneteweyî ji ser rabû, Îranê lez da têkiliyên xwe yên bi dewletên Ewropayê re. Hasan Rûhanî ku weke Serokkomarekî Îranê yê piştî 15 salan hat Parîsê, mesaja 'wê têkiliyên nû bên danîn' û 'Îran dikare ji Fransayê bawer bike' da.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, piştî serdana Îranê hat paytexta Fransa Parîsê û ji aliyê Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokwezîr Manûel Valls ve hat pêşwazîkirin.
Rûnahî di destpêka serdana xwe de ji aliyê yek ji girîngtirîn yekîtiya karsazên li Fransay MEDEF ve hat pêşwazîkirin û li ser ramezeniyên li Îranê bên kirin rawestiyan. Li gorî agahiyan, di navbera her du welatan de hin peymanên bazirganiyê hatine morkirin û di hin mijaran de hevdîtin hatine kirin.
Rûnahî piştre bi merasîma dewletê ya leşkerî hat pêşwazîkirin û bi Serokkomar Hollande û Serokwezîr Valls re rûnişt.
Di daxuyaniya dema hevdîtinan de bal hat kişandin ser 'aciziya Fransayê' ji ber rola Îranê di krîza Sûriyeyê de. Her wiha hat ragihandin, ku Fransa dixwaze bi Îranê re 'têkiliyeke nû deyne' û 'Îran dikare ji dostaniya Fransayê piştrast be'.
Piştî ku ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê hat, Serokdewletê Çînê Xî Jîppîng hefteya derbasbûyî çûbû Tehranê û biryar dabû ku asta bazirganiya bi Îranê re bê bilindkirin. Rûhanî di destpêka vê hefteyê de Îtalya jî ziyaret kiribû.