CDU û SPD dixwazin erka Meclîsa Federal a kontrolkirna mîsyonên leşkerî bê kêmkirin
Li Elmanyayê, ku heta roja îro ji bo 16 mîsyonên li derveyî welat leşker şand, tê xwestin erka şandina leşkeran bi giranî ji hikûmetê re were dayîn.
Li Elmanyayê, ku heta roja îro ji bo 16 mîsyonên li derveyî welat leşker şand, tê xwestin erka şandina leşkeran bi giranî ji hikûmetê re were dayîn.
Li Elmanyayê, ku heta roja îro ji bo 16 mîsyonên li derveyî welat leşker şand, tê xwestin erka şandina leşkeran bi giranî ji hikûmetê re were dayîn. Mûxalefet di wê baweriyê de ye ku Destûra Bingehîn vê erkê bi tenê dide Meclîsa Federal û niha tê xwestin, kontrola meclîsê bê qelskirin.
Li gorî pêşnûme qanûna roja Înê li Meclîsa Federal hat nirxandin, tê xwestin erka şandina lekeran ji 'herêmên ewle' yên li derveyî Elmanyayê radestî hikûmetê were kirin. Li gorî vê pêşnûmeyê wê pêkanîna ku heta roja îro bi tenê bi erêkirina Meclîsê re leşker ji derveyî welat re tê şandin, ji holê tê rakirin.
Bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin, leşkerên bi armanca perwerde, desteka lojîstîk û mîsyonên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji derveyî welat re werin şandin, erka vê yekê radestî hikûmetê bê kirin. Lê belê ev yek jî wê bi şertê, 'cihên wezîfeyê yên şer lê nîne' bê kirin. Di rewşeke berevajî de wê erêkirina Meclîsa Federal hewce be.
Li hemberî vê pêşnûmeya partiyên yekîtiyê CDU-CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD), mûxalefet bi fikar e.
Parlamenterê Partiya Keskan Frîtjof Schmîdt di wê baweriyê de ye ku pêşnûme ji aliyê hiqûqî ve bi gelek 'pirsan' dagirtî ye û da zanîn, ku bi vê pêşnûmeyê re wê derfetên kontrolê yên Meclîsa Federal bên qelskirin.
Partiya Çep (Dîe Lînke) bi tundî li dijî vê pêşnûmeyê derdikeve. Parlamenterê Dîe Lînke Alexander Neu diyar kir, 'artêş amûreke xetere ya siyasî ye', lewma divê erka mîsyona li derveyî welat di destê Meclîsa Federal de be.