Bazirganiya navbera Çîn û Îranê wê bigihêje 600 mîlyar dolarî
Îran, ku çend hefte berê ambargoya li ser bi temamî hat rakirin, bi girîngtirî partnerê xwe yê têkiliyên bazirganiyê Çînê re, bi dehan peymanên nû mor kir.
Îran, ku çend hefte berê ambargoya li ser bi temamî hat rakirin, bi girîngtirî partnerê xwe yê têkiliyên bazirganiyê Çînê re, bi dehan peymanên nû mor kir.
Îran, ku çend hefte berê ambargoya li ser bi temamî hat rakirin, bi girîngtirî partnerê xwe yê têkiliyên bazirganiyê Çînê re, bi dehan peymanên nû mor kir. Her du welat dixwazin têkiliyên xwe yên bazirganiyê di nava 10 salan de bigihêjînin 600 mîlyar dolarî.
Piştî ku ambargo ji ser Îranê hat rakirin, yekemîn serokdewletê Îran ziyaret kir, Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng bû. Xî Jînpîng li paytext Tehranê ji aliyê Serokkomar Hasan Rûhanî ve hat pêşwazîkirin. Aliyan li vê derê mora xwe danîn binê peymanên girîng ên bazirganiyê.
Her du lîder dixwazin di bazirganiya navbera her du welatan de di 10 salan de xwe bigihînin asta 600 mîlyar dolarî. Bi wesîleya hevdîtinê, di navbera Îran û Çînê de 17 peymanên nû hatin morkirin. Di nava van de, tevî ya nukleerî ji nû ve zindîkirina Rêya Îpekê ya dîrokî jî heye.
Serokdewletê Çînê di hevdîtinên li Tehranê de axivî û da zanîn ku welatê wî di têkoşîna li dijî terorîzma tund a li Iraq, Sûriye, Yemen û Afganîstanê de wê destekê bide Îranê. Der barê detayên hevkariyê agahî nehat dayîn. Tê zanîn ku Îran ji Çînê dixwaze li herêmê roleke bêhtir aktîf bilîze.
Hevkariya aboriyê ya navbera Îran û Çînê, di sala 2014'an de gihaştibû 52 mîlyar dolarî. Lê belê ji ber kêmbûna buhayê petrolê ev yek par kêm bûbû. Li gorî agahiyan, yek ji sê parên bazirganiya derve ya Îranê bi Çînê re dike. Çîn di heman demê de welatê sereke ye ku ji Îranê gaza xwezayî dikire.
Ambargo û pêkanînên aboriyê yên bi salan li ser Îranê hatin ferzkirin, di Tîrmeha par de bi peymanek di civîna 5 endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî DYA, Fransa, Çîn, Brîtanya, Rûsya û Elmanya (5+1) de hatibûn rakirin. Di çarçoveya vê peymanê de hikûmeta Îranê qebûl kiribû ku bernameya xwe ya atomê ji kontrola biyaniyan re veke.