Heyeta Riyadê bi şert hatin Cenevreyê
Heyeta Konseya Muzakereyên Bilind (Riyad) hat Cenevreyê. Konsey di şertên ji bo tevlî Cenevre-3 bibe de israr dike.

Di çarçoveya Cenevre-3 ya di pêşengiya NY bi armanca çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê tê lidarxistin, tevgera siyasî li Cenevreyê didome.
Heyeta Konseya Muzakereyên Bilind (Riyad) tevî ji bo Cenevre-3 hatibûn dawetkirin jî heta dema dawî biryar nedan ku bên an na, ji bo tevlî hevdîtina bibin hatin Cenevreyê.
Ev koma ku ji ber pirsgirêkên hundirîn nikarin beşdarvanên hevdîtinê di nav xwe de hilbijêrin, wek heyeta Riyadê ya bi piştgiriya Tirkiye û Erebîstana Siûdî tên zanîn.
Heyet wê îro bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stafan de Mistûra re ‘şertên xwe yên tevlîbûna hevdîtinan’ baxive.
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm diyar kir ku ev kom bi piştgiriya destên derve ne, gotibû şertê herî girîng ên van komana ne îro ne jî demên pêş Kurd tevlî Cenevre-3 nebin e.