FRONTEX: Hewldanên Tirkiyeyê yên li dijî bazirganên mirovan qels e
Encama ji bazara navbera YE û hikûmeta AKP'ê ya li ser penaberan dihat hêvîkirin, bi dest neket. Polîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin.
Encama ji bazara navbera YE û hikûmeta AKP'ê ya li ser penaberan dihat hêvîkirin, bi dest neket. Polîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin.
Encama ji bazara navbera YE û hikûmeta AKP'ê ya li ser penaberan dihat hêvîkirin, bi dest neket. Polîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. Polîsên Sînor ê Yekîtiya Ewropayê Frontex daxuyaniyek weşand û 'hewldanên' Tirkiyeyê têrker nedît. Frontexê ji hikûmetê xwest ku li dijî şebekeyan bêhtir bi cidî tevbigere.
Dîrektorê Frontexê Fabrîce Leggerî da xuyakirin, ku tevî serma û seqema zivistanê jî rojane 2 heta 3 hezar penaber tên Yewnanîstanê. Leggerî diyar kir, hejmara penaberan wê heta dawiya salê bigihêje mîlyonekê û da zanîn, ku divê armanca bingehîn a YE 'pêşîgirtina li vê herikînê' be.
Leggerî anî ziman, heta şerê li Sûriyeyê bidome, kêmbûna hejmara penaberan wê xeyalek be û destnîşan kir, ku peymana li ser penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de hat morkirin, encama jê dihat xwestin neafirand. Leggerî bal kişand ser kêmaniya hikûmeta Tirk a mijara pêşîgirtina li penaberan û xwest, ku polîsên Tirk dest ji helwesta 'hêsankirin'a karê şebeeyan berdin.
Dîrektorê Frontexê ragihand, çeteyên sûc penaberan ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê dikin û da zanîn, ku polîsên Tirk dikarin pêşî li xebatên van çeteyan bigirin. Leggerî ji rayedarên Tirk re got, "Qet nebe dikarin agahiyan bidin Ewropiyan, çend penaber dikarin bên, ji ku derê dikarin bên."
Komîserê Yekîtiya Ewropa yê ji Berfirehkirinê Berpirsyar Johannes Hahn jî di dema hevdîtinên li Tirkiyeyê de bendewariyên Yekîtiya Ewropayê yên ji Enqereyê dubare kiribû. Hahn dabû xuyakirin, ku ew li bendê ne Tirkiye gavên zelal biavêje.