Agirbesta li Kolombiyayê wê ji aliyê NY ve bê şopandin

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara avakirina mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo çavdêriya li agirbest û hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê, qebûl kir.

Di biryara ku ji aliyê Îngilîstanê ve hat nivîsandin û ji aliyê KENY ve hat qebûlkirin de, hat xwestin, ku ji bo şopandina pêvajoya agirbesta navbera FARC û hikûmetê û bêçekbûna rêxistinê, mîsyoneke çavdêriya siyasî were avakirin. Hat ragihandin ku dema wezîfeyê ya mîsyonê 12 meh e, lê eger pêwîstî pê hebe, wê ev dem were dirêjkirin. Di biryarê de her wiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon hat xwestin ku ji bo mîsyona bê wezîfedarkirin amadekariyên pêwîst bike û encamên wê di nava mehekê de ji Konseyê re ragihîne.

Hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê serlêdaneke hevpar li Neteweyên Yekbûyî kiribûn û jê xwestibûn ku pêvajoya aştiyê ya di navbera wan de ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve were şopandin.

Aliyên ku di Mijdara 2012'an de li Havanayê dest bi hevdîtinan kirin, dixwazin di 23'ê Adarê de peymanê mor bikin.