Civîna Cenevre-3 taloq dibe

Civîna li ser rewşa Sûriyeyê ku tê plankirin li Cenevreyê bê lidarxistin, taloq dibe.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin, ku heta mutabaqatek zelal li ser mijara beşdaran çênebe, nabe ku vexwendîname werin şandin û got, "Derengmayînek ji 24 heta 48 saetan, ji pêknehatina civînê çêtir e."

Li ser encama ji Cenevreyê derkeve holê jî Kerry diyar kir, ku ev mijar di destê rêveberiya Serokdewlet Beşar Esad û komên mûxalîf de ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYA da zanîn, ku di hevdîtinên Cenevreyê de ya ji destê Neteweyên Yekbûyî tê destnîşankirina çarçoveyê ye û anî ziman ku diyarkirina çarenûsa welêt, di destê Sûriyeyiyan de ye.

Kerry da xuyakirin, ku ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê Neteweyên Yekbûyî çarçoveyek ava kiriye û ragihand, ku biryara li ser siberoja welêt di destê Sûriyeyiyan de ye.

Dîplomatekî payebilind ê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axivî diyar kir, ku zehmet e civîna Cenevreyê beriya roja Çarşemê destpê bike.