Swîsre têkildarî du mîlyon koçberan diçe ser sindoqan
Têkildarî qanûna ji bo vegerandina koçberên sûc kirine, Swîsre di 28'ê Sibata 2016'an de referandûmê pêk tîne.
Têkildarî qanûna ji bo vegerandina koçberên sûc kirine, Swîsre di 28'ê Sibata 2016'an de referandûmê pêk tîne.
Qanûna ku qedera 2 mîlyon biyaniyan eleqedar dike, ji ber aliyên xwe yên 'nîjadperest û cihêkar' rastî nerazîbûnan tê. Redkirina referandûma li ser vê qanûnê jî bi koçberan ve girêdayî ye.
Li Swîsreyê, ji 28'ê Sibata 2016'an û pê ve eger hûn di rêyeke sînorê leza wê 50 km be bi 60 km saetê derbas bûbin an jî eger di lîstikeke bi gokê de eger hûn tevlî pevçûneke biçûk bûbin, ev yek wê bibe sedemeke têrker ji bo hûn ji welêt werin dersînorkirin. Hûn li Swîsreyê ji dayik bûbin jî, ev yek wê nebe asteng. Di nava 10 salan de eger hûn du caran cezayê trafîkê bixwîn an jî tevlî pevçûneke biçûk bûbin, wê sedemeke têrker be ji bo ji welatê kal-pîra we jê hatiye, ku hûn bi zimanê li wî welatî jî nizanin.
Xwediyê vê pêşniyar qanûnê, partiya rastgir a tund a li dijî koçberan Partiya Gel a Swîsreyê (SVP/UDC) ye, ku piraniya endamên parlamentê di destê wê de ye.
Ev pêşniyar wê di bin navê 'Însiyatîfa Pêkanînê' (Durchsetzungs-Initiative) de di 28'ê Çileyê de pêşkêşî dengdayîna gel were kirin. SVP pêşniyar dike, ku qanûna 'vegerandina biyaniyên sûc kirine' ku di sala 2010'an de bi rêjeya ji sedî 53'an hatibû qebûlkirin, tund bike.
SVP vê daxwaza xwe dispêre îdîaya 'bicihneanîna biryarên referandûmam 2010'an'. Lê belê Partiay Sosyalîst (SP/PS) a li dijî vê însiyatîfê ye dibêje, ev îdîaya SVP ne rast e. Serokê Komîsyona Koçberan a Partiya Sosyalîst Mûstafa Atici diyar kir, ji aliyê prosedurê ve pêwîste piştî qebûlkirina însiyatîfekê, Dadgeha Federal di nava du salan de xalek ji bo destûra bingehîn amade bike û ji xwe ev yek hatiye amadekirin û tê bi cih anîn. Atici da zanîn, ku ji ber vê qanûnê niha salane bi qasî hezar koçber ji ber 'sûc' kirine, li welatê xwe tên vegerandin.
'SALANE WÊ 13 HEZAR KES WERIN VEGERANDIN'
Li Swîsreya ji 8 mîlyonî, ku 2 mîlyon jê koçber in, eger ev pêşniyara SVP a qanûnê di referandûmê de bê qebûlkirin, wê mirovekî biyanî li Swîsreyê ji dayik bûye, mezin bûye, li vir perwerdeya xwe qedandiye, bêyî dem û giraniya sûcê kiriye bê nirxandin, wê karibe were dersînorkirin. Pêşniyar qanûn, koçberên ji nifşê duyemîn û sêyemîn jî eleqedar dike.
Atici da zanîn, ku eger pêşniyar qanûn di referandûmê de were qebûlkirin wê salane bi qasî 13 hezar koçber bên dersînorkirin û got, "Li gorî statîstîkan ji sedî 90 ê koçberên tevlî sûc bûne, li vir ji dayik bûne, perwerde dîtine û zarokên vê derê ne."
Atici da zanîn, ku lêkolîn nîşan didin, di nava demeke kurt de wê Swîsre bibe welatekî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê herî zêde li dij doz hatiye vekirin.
Atici bibîr xist ku niha li Swîsreyê 1 mîlyon 300 hezar koçberên welatiyên Swîsreyê yên xwedî mafê dengdayînê heye û ragihand, eger ev koçber dengê xwe bi kar bînin, encamên dengê wan wê referandûmê diyar bike.