Polîtîkayên Elmanya û Awûstûrya yên bisînorkirina penaberan dewam dikin

Tevî hewa sar a zivistanê jî herikîna pêla penaberan di navbera Awûstûrya û Elmanyayê de dewam dike. Elmanyayê ragihand ku rojane bi qasî 200 penaber tên vegerandin.

Tevî hewa sar a zivistanê jî herikîna pêla penaberan di navbera Awûstûrya û Elmanyayê de dewam dike. Elmanyayê ragihand ku rojane bi qasî 200 penaber tên vegerandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Federal ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere diyar kir ku rojane polîsên federal bi qasî 200 penaberan dersînor dikin. Li gorî agahiyên ji aliyê wezîr ve hatin ragihandin, piraniya penaberên tên dersînorkirin, kesên hewl didin di ser Elmanyayê re derbasî welatên din ên Ewropayê bibin e.

Wezîrê Elman da zanîn, ku di du hefteyên destpêkê yên îsal de zêdeyî 2 hezar kes hatine dersînorkirin û anî ziman ku polîs bi tenê destûrê dide kesên dixwazin xwe li vî welatê bigirin. Wezîr diyar kir ku ew ê qebûl nekin, hin penaber Elmanyayê bi tenê weke welatekî ji bo derbasbûna transît bi kar bînin û qeyda xwe çênekin.

Par zêdeyî 1,1 mîlyon penaber hatibûn Elmanyayê, lê bi tenê 476 hezar ji van serlêdana penaberiyê kiribûn. Her çend hînê gelek serlêdanên nehatine nirxandin hene jî, tê zanîn ku beşeke girîng a van penaberan bêyî li Elmanyayê serlêdanê bikin di ser Elmanyayê re derbasî welatên weke Swêd, Îngilîstanê dibin.

Li aliyê din, li Awûstûryayê jî ku zêdeyî ji sedî 90 ê penaberên derbasî Elmanyayê dibin ji vir diçin, tê payîn ku asta herî bilind a ji bo penaberan ji bo vê salê hatiye diyarkirin, di nava çend mehan de tije bibe. Wezîra Karên Hundir Johanna Mîkl-Leîtner diyar kir ku kota penaberan a weke 37 hezar 500 hatiye diyarkirin, beriya mehên havînê tije bibe.

Tê gotin ku dema ev kota tije bibe, wê Awûstûrya penaberên din qebûl neke. Saziyên mafên mirovan û partiyên mûxalîf diyar dikin, ku ti bingeheke hiqûqî ya pêkanîneke bi vî rengî nîne.