Hejmara zarokên obez gelekî zêde bû

Li gorî raporeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li cîhanê 41 mîlyon zarokên obez kêmî 5 salî ne.

Li gorî rapora Komîsyona Bidawîkirian Obezîteya Zarokan a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, hejmara zarokên obez ên kêmî 4 salî, li gorî sala 1990'î zêde bûye û gihaştiye 41 mîlyonî. Li gorî vê hejmarê, ji sedî 6.1 ê zarokan obez in.

Di nava 25 salên dawî de hejmara zarokên obez li welatên xwedî hatineyeke kêm an jî asta navîn, bi du qatan zêde bû û ji 7.5 mîlyonî gihîşt 15.5 mîlyonî.

Li gorî lêkolînê ji sedî 48 ê temamiya zarokên obez li Asya, ji sedî 25 jî li Afrîkayê dijîn. 

Serokê Komîsyonê Peter Glûckman, obezîteya zarokan a li welatên bi pêş dikeve weke 'kabûsekî mezin dibe' pênase kir û da zanîn, ku ev pirsgirêk ji ber şaşîtiyên xwedîkirinê yên mezinan e.

Glûckman anî ziman ku divê dema mezinkirina zarokan di bin kontrola doktor de bê kirin û da zanîn, ku gelek zarok li derdoreke dikare lê qelew bibe, dijîn.

Komîsyon dixwaze baca ji vexwarinên şîrîn tê girtin bê zêdekirin û xwarinên bi rûn û şîrîn ên dikarin rê li ber obezîteyê vekin, li nava dibistanê neyên firotin.

Rêxistin her wiha dixwaze li dibistanan bernameyên teşwîqa aktîvîteyên fîzîkî werin amadekirin.