Li Şamê 3 êrîşên xwekujî
Li Paytexta Sûriye Şamê 3 êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Li Paytexta Sûriye Şamê 3 êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê vê sibehê ragihand ku ji ber hersê êrîşên xwekujiyê ku îro Seyîda Zeyneb a Şamê hedef girtin, li herêmê 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.
Hat gotin ku yek ji êrîşan bi wesayîteka bombebarkirî li pêşiya rawestgeheke veguhezandina welatiyan pêk hat. Dema ku welatî kom dibin ku birîndarên teqîna yekemîn rakin, 2 êrîşkarên din ku rextên teqemeniyê li xwe kiribûn xwe di nav girseyê de teqandin.
Ajansa Fermî ya Sûriyeyê SANA jî ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşê derket 45’an û 40 kes jî birîndar in.