Li Iraqê operasyona li dijî DAIŞ'ê: 48 çete hatin kuştin
Di operasyona artêşa Iraqê ya li wîlayeta Anbar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 48 çete hatin kuştin.
Di operasyona artêşa Iraqê ya li wîlayeta Anbar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 48 çete hatin kuştin.
Operasyona artêşa Iraqê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li wîlayeta Anbarê hat destpêkirin, dewam dike.
Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Iraqê diyar kir ku li wîlayeta Anbarê di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de herî kêm 48 çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyan, di çarçoveya operasyonê de 7 çeperên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Hasîbe hatine bombekirin.