Li Elmanyayê dijminatiya li penaberan gihaşt 'asteke xetere'
Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re êrîşên li dijî penaberan jî gihaşt asteke nû.
Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re êrîşên li dijî penaberan jî gihaşt asteke nû.
Li Elmanyayê bi zêdebûna hejmara penaberan re êrîşên li dijî penaberan jî gihaşt asteke nû. Roja Înê bombeyeke bi destan hat çêkirin avêtibûn wargeheke penaberan.
Li Elmanyayê ku par zêdeyî 1,1 mîlyon penaberan xwe lê girtin, hatibû ragihandin ku hejmara penaberên serlêdan kirine 476 hezar e. Paralelî vê zêdebûna hejmara penaberan, dijminatiya li biyaniyan jî gihaşt asteke xetere.
Di nava sala 2015'an de zêdeyî 220 caran êrîş li hemberî wargehên penaberan hat kirin. Bi sedan caran heqaret li penaberan hat kirin. Çend roj berê li Vîllîngen-Schwennîngenê bombeyeke bi destan hatibû amadekirin avêtibûn wargeheke penaberan. Ji ber ku pîmê vê bombeyê tinebû, nehatibû tespîtkirin ku ji bo teqandinê hatiye avêtin an jî ji bo gefxwarinê. Piştî vê bûyerê şîroveyên 'dijminatiya li penaberan gihaştiye asteke nû' hatin kirin.
DENGÊN PARTIYA LI DIJÎ PENABERAN E, BI SÊ QATAN ZÊDE BÛ
Li aliyê din, gotinên şîdeta li dijî penaberan jî her zêde dibe. Lîdera partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) a li dijî Euro Farûke Petry, di hevpeyvîneke xwe ya bi rojanemya Mannehîmer Morgen de got, 'Divê polîs karibe di rewşeke tund de gule berde penaberan.'
Ev pêşniyara ku beriya niha ji aliyê hevserê Petry ve hatibû bilêvkirin, ji aliyê wê jî hat dubarekirin. Bi van gotinên xwe yên dijberî û tundiya li hemberî penaberan re popularîteya AfD di nava gelê Elman de zêde dibe. Li gorî anketên dawî, AfD a di hilbijartinên Îlona 2013'an de li benda ji sedî 5'an aliqî, niha xwedî desteka ji sedî 10 heta 13'an ê hilbijêran e.