Japonyayê rêjeya qebûlkirina serlêdanên penaberiyê ji sedî sed zêde kir

Li Japonyayê, ji nava 7586 serlêdanên penaberiyê yên di sala 2015'an de hatin kirin, bi tenê 27 ji wan qebûl kir.

Li Japonyayê, ji nava 7586 serlêdanên penaberiyê yên di sala 2015'an de hatin kirin, bi tenê 27 ji wan qebûl kir. Hemû serlêdanên din red kir. Saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan zextê li Japonyayê dikin ku daxwazên penaberiyê qebûl bike.

Wezareta Edaletê ya Japonyayê roja 23'ê Çileyê daxuyaniyek da û diyar kir ku di sala 2015'an de 7586 serlêdanên penaberiyê hatine kirin û da zanîn, ku ev hejmar gelekî zêde ye.

Li gorî agahiyan, ji kesên serlêdana penaberiyê irine 5 ji Sûriyeyê ne û 3 ji van 5 kesan serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Di nava mirovên serlêdana wan hatine qebûlkirin de 5 Afgan, 3 Etiyopyayî û 3 welatên ji Srî Lankayê hene.

Japonya, ji bo rewşa homojen a welatê xwe xera neke, di mijara penaberiyê de polîtîkayeke hişk dimeşîne. Wezareta Edaletê da xuyakirin, ku rêjeya qebûlkirina penaberan li gorî salên bihurî ji sedî sed zêde bûye. Di sala 2014'an de 11, di sala 2003'an de jî serlêdana 6 penaberan hatibû qebûlkirin.

Rêxistina penaberiyê ya Japonyayê bal kişand ser pêşketina di salên dawî de û destnîşan kir, ku divê daxwaza penaberiyê hîn bêhtir li Japonyayê were qebûlkirin. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku li gelemperiya Japonyayê 2419 penaber hene.