Polîsê Elman daye dû kesê 'ji Rojhilata Navîn' ê madeya kîmyewî kiriye

Piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê, ku di encama êrîşa DAIŞ'ê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Elmanyayê jî tedbîrên ewlekariyê hatin şidandin. Li vî welatî endîşeya li ser êrîşa kîmyewî heye.

Polîsê Elman da û kesekî ji Rojhilata Navîn ê ku li firoşgeheke li bajarê Kolnê mîqdareke zêde amonyûm nîtrat kirî.

Li gorî nûçeyên di medya Elman de hat weşandin, şahiya Rosenmontag a weke asta herî bilind a pîrozbahiyên karnevalê tê dîtin, ji ber xeteriya êrîşa terorîst wê were betalkirin. Polîsan ev îdîa derewandin. Lê belê hat tespîtkirin ku di dawiya vê hefteyê de ji firoşgehekê mîqdareke zêde ya madeya kîmyewî ji aliyê şexsekî ve hatiye kirîn û polîs bi 'gumana êrîşa terorîstî' li vî şexsî digere.

Polîsan wêneyên ji dîmenê firoşgehekê parve kir û da zanîn ku kesekî 45-50 salî yê dişibe mirovên ji Rojhilata Navîn ji firoşgehekê mîqdareke zêde ya amonyûm nîtrat kiriye. Kesê ku rûyê wî baş nayê dîtin, ji ber kirîna vê madeya ku bi tenê fîrmayên paqijiyê dikarin bikirin, weke gumanbarê êrîşeke gengaz tê dîtin.

Xebatên polîsan û dozgeriyê yên ji bo dîtina vî şexsî û tespîtkirina armanca kirîna vê madeya kîmyewî, didomin.