Li Fransayê ji bo dilxwazên alîkariya însanî perwerdeya krîzê

Li bajarê Fransa Lyonê, ji bo xebatkar û xwendekarên di krîzên însanî de bi berpirsyarî rabin, perwerdeyeke gelekî cuda tê dayîn.

Li bajarê Fransa Lyonê, ji bo xebatkar û xwendekarên di krîzên însanî de bi berpirsyarî rabin, perwerdeyeke gelekî cuda tê dayîn.

Enstîtuya Bîoforce ya ku ji sala 1983'an û vir ve têkildarî xebatên alîkariya însanî perwerdeyê dide, li ser kar û barên di dema krîzê yan jî rewşa şer de bên kirin, bernameyeke nû pêşkêş dike.

Estîtu bi vê armancê ji 3 roj heta 3 hefteyan perwerdeyê dide. Xwendekarên lîse û zanîngehê eleqeyeke mezin nîşanî vê bernameyê didin. Herî dawî, organîzeya kampaya alîkariyê ya ji bo kampeke penaberan a li Kenyayê hat sîmulekirin.

Lê belê her tişt li bejahiya banliyoyên Lyonê pêk tê. Di çarçoveya perwerdeyê de mamoste dibin karmendên gumrukê, polîs an jî rêveberiyên herêmî, xwendekar jî dibin wezîfedarên alîkariya însanî yên alîkariyê didin penaberan.

Di vê çarçoveyê de kar û barên di rewşa krîz û şer de bên kirin bi tetbîqatê tên kirin û dilxwaz ji bo wezîfeya alîkariyê tên amadekirin.

Her sal zêde hezar kes beşdarî qursên alîkariya însanî yên Enstîtuya Bîoforce dibin. Piraniya van kesan jî dilxwazên alîkariya însanî, xebatkarên komeleyan û xwendekar in.