CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ajansa Fezayê ya Ewropayê dixwaze li Heyvê gundekî ava bike
Li şûna Stasyona Fezayê ya Navneteweyî, ku welatên yekîtiya Ewropa, DYA û eglek welat bi hev re lê dixebitin, projeya Gundê li Heyvê tê amadekirin. -
Di sala 2015'an de herî zêde nexweşiyên dil û kanserê rê li ber mirinê vekirin
Li Cîhanê di sala 2015'an de bi qasî 57 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 140 mîlyon pitik jî ji dayik bû. Li Cîhanê ku nifûsa xwe 83 mîlyon zêde bû, par sedema herî mezin a mirinê nexweşiyên dil û kanser bû. -
Fransayê projeya depokirina bermayiyên nukleerî erê kir
Li Fransayê, ku ji aliyê enerjiya nukleerê ve li Ewropayê welatê herî zêde derdikeve pêş e, projeya depokirina bermayiyên xetere yên nukleerî, ku wê 140 salan bidome û rê li ber nîqaşan vekiribû, ji aliyê Wezareta Hawirdorê ve hat îmzekirin. -
Êrîşa li dijî oteleke li Bûrkîna Faso: Herî kêm 20 kes mirin
Li paytexta Bûrkîna Faso Oûagadoûgoû, komek ser bi El Qaîdeyê êrîşî Otela Splendîd a li navenda bajêr kir. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
20 mîlyon ji koçberên li cîhanê penaber in
Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku ji 244 mîlyon koçberên li cîhanê 20 mîlyon penaber in. -
Elmanya dixwaze heta 2020'an 1 mîlyon wesayîtên bi elektrîkê dixebite çêbike
Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, ku bi taybetî li Norwêc û Japonyayê tên bikaranîn, tê xwestin li Elmanyayê jî hîn bêhtir bên bikaranîn. -
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya hevnegirtî ya li ser penaberan wê li Berlînê ji nû ve were nirxandin
Polîtîkayên hevnegirtî yên Tirkiye di berdêla bêdengiya li pêşberî polîtîkayên komkujiyê bi Yekîtiya Ewropayê re li ser bazariya penaberan kiriye, ji nû ve tên nirxandin. -
Sîstanî ji bo Sûniyan bang li hikûmeta Iraqê kir
Lîderê olî yê Şîayên li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanê, piştî êrîşên di nava hefteyê de li hemberî mizgeftan hatin kirin belavokek weşand û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku ji bo pêşîgirtina li van êrîşan bi berpirsyarî rabe. -
Li Somalî êrîş: Herî kêm 50 kes mirin
Rêxistina El Şebab danê sibehê êrîşî baregeha Yekîtiya Afrîkayê ya li bajarê El Ade yê li herêma Gedo, ku di navbera sînorên Somalî û Kenyayê de ye, kir. Hat ragihandin, ku di êrîşê de herî kêm 50 kes mirin e. -
NY: Bi dorpêçkirina bajaran re mehkûmkirina bi birçîbûnê re, 'sûcê şer' e
Têkildarî Sûriyeyê, ku bi mîlyonan mirov hewcedarî alîkariyê ne û bi sed hezaran mirov li bajarên di nava dorpêçiyê de hewl didin bijîn, Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke tund da. -
Li Arktîkayê berî 45 hezar salî mirov dijiya
Li gorî lêkolînekê, li Arktîkayê ku herêma jorîn a Cemsera Bakur e, jiyana mirovan ji texmînak gelekî kevntir e. -
Li pêşiya zimanên xwecihî û herêmî yên li Fransayê Meclîs careke din bû asteng
Pêşnûme qanûna ji bo pêşvebirina zimanên xwecihî û herêmî yên li Fransayê, careke din bi dengên partiyên rastgir hat redkirin. -
Kerry û Lavrov wê di 20'ê Çileyê de li ser Sûriyeyê hevdîtinê bikin
Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê, ji bo nirxandin mijarên Sûriye û Ûkraynayê, wê ji nû ve li hev bicivin. -
Festîvala TransMediterranee diyarî têkoşîna jinan hat kirin
Festîvala TransMediteranne (TransDeryaSpî) ya her sal li bajarê Fransa Grasse tê lidarxistin, îsal diyarî têkoşîna jinan hat kirin. -
Muzakereyên Sûriyeyê di 25'ê Çileyê de destpê dikin
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin Staffan de Mîstûra dixwaze muzakereyên Sûriyeyê di 25'ê Çileyê de li Cenevreyê werin kirin. -
Li Cakartayê teqîn û şer
Li paytexta Endonezya Cakartayê, li dû hev teqînan rû dan. Li gorî agahiyên destpêkê de 4 kes mirin. Hat ragihandin ku piştî teqînan şer derketiye. -
Fransayê, komeleyên nêzî El Nûsra girt
Li Fransayê, ku di 13'ê Mijdarê de 130 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, mizgeft û komeleyên pesnê şîdetê û rêxistinên tund ên olî didin, tên girtin. -
Destê Merkel li Siûdiyan nabe
Tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û desteka ji bo rêxistinên çete jî hevkariya Erebîstana Siûdî ya bi Elmanyayê re wê bidome. -
4,2 mîlyar mirov ji înternetê bêpar in
Li gorî raporek ji aliyê Banka Cîhanê ve hat weşandin, bi qasî ji sedî 60 ê nifûsa cîhanê, ji înternetê bêpar in. -
Îranê leşkerên DYA'yî serbest berda
Îranê, 2 bot û 10 leşkerên artêşa DYA' yên ji ber binpêkirina sînor binçav kiribû, piştî lêborîna ji Washîngtonê hat, serbest berda. -
Civaka Yahûdî ya li Fransayê wê dev ji 'kîppa' bernede
Li Fransayê, piştî ku mamosteyek Yahûdî rastî êrîşa zarokekî welatiyê Tirkiyeyê yê alîgirê DAIŞ'ê hat, di nava civaka Yahûdî de li ser 'kîppa' nîqaşê destpê kir. -
Elmanyayê welatiyên xwe yên biçin Tirkiyeyê hişyar kir
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, piştî teqîna duh a li Sûltanahmetê, hişyariyên xwe yên li ser çûyîna Tirkiyeyê û ewlekariyê de, nû kir. -
Mûxalefeta Danîmarkayê destek da pêşnûmeya desteserkirina malên penaberan
Li Danîmarkayê, pêşnûmeya ku desteserkirina malên şexsî yên penaberên hatine vî welatî ferz dike, ji aliyê mûxalefetê ve jî hat destekirin. -
Îranê 10 leşkerên DYA'yî binçav kir
Rêveberiya DYA da xuyakirin, ku Îranê tevî du botên leşkerî 10 leşkerên wan binçav kiriye. -
Fransa wê êdî destûrê nede lêgerîna petrolê
Fransa, ku meha bihurî malovanî ji Konferansa Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) re kir, da xuyakirin ku ew ê êdî destûrê nede lêgerîna li hîdrokarbunên konvansiyonel.