Sîstanî ji bo Sûniyan bang li hikûmeta Iraqê kir

Lîderê olî yê Şîayên li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanê, piştî êrîşên di nava hefteyê de li hemberî mizgeftan hatin kirin belavokek weşand û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku ji bo pêşîgirtina li van êrîşan bi berpirsyarî rabe.

Lîderê olî yê Şîayên li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanê, piştî êrîşên di nava hefteyê de li hemberî mizgeftan hatin kirin belavokek weşand û bang li hikûmeta Iraqê kir, ku ji bo pêşîgirtina li van êrîşan bi berpirsyarî rabe. Ayettûllah Alî Sîstanî da xuyakirin ku divê ev êrîş bên bisînorkirin.

Lîderê Şîa yê Iraqî Sîstanî bi wesîleya xutbeya Înê bang kir û bal kişand ser êrîşa DAIŞ'ê ya di nava hefteyê de li hemberî gelek mizgeftên Sûnî yên li navçeya Muqdadiye ya li rojhilatê Iraqê ye. Sîstanî da xuyakirin ku ev êrîş rêbazeke şerê taybet e û ji bo di nava mezhebên li Iraqê de tirsê biafirînin, tên kirin. Lîderê Şîa di peyama xwe ya xutbeya Înê de got, "Pêwîste hikûmeta Iraqê li hemberî van êrîşên terorîstan bi awayekî cidî bixebite û êrîşên bi vî rengî bisînor bike."