Îranê 10 leşkerên DYA'yî binçav kir

Rêveberiya DYA da xuyakirin, ku Îranê tevî du botên leşkerî 10 leşkerên wan binçav kiriye.

Rayedarên Amerîkî diyar kirin, ku têkiliya bi du botên biçûk ên ji Qûweytê diçûn nava hêzên deryayî yên DYA yên li Bahreynê re, qut bûye. Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf li hempîşeyê xwe yê DYA'yî John Kerry deriya ye, li ser deryavanan agahî daye û gotiye, "Ew ewle ne û ji bo karibin rêwîtiya xwe bidomînin, ew ê di demeke nêz de serbest werin berdan."

Ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îrane Fars ragihand, ku Mûxafizên Şoreşa Îranê, yek jê jin 9 kes kirine binçavan û diyar kir, ku ev kesên hatine binçavkirin ketine nava sînorê deryayî yê Îranê. Dema serbestberdana leşkeran hînê zelal nebûye.