Di biryarnameya ji aliyê Wezîra Hawirdorê ya Fransayê ve hat îmzekirin de, tê gotin ku maliyeta projeya ji bo depokirina bermayiyên nukleerî (Cigeo) 25 mîlyar euro ye.
Di çarçoveya projeyê de plan ew e ku ji îsal û pê ve bermayiyên radyoaktîf ên di asta navîn û bilind de ne, heta 140 salan bên depokirin. Ev bermayî wê li cihekî 500 metre di binê erdê de werin veşartin. Ji bo vê depokirinê jî gundê Bûre yê ser bi departmana Meuse ya li rojhilatê welêt hat hilbijartin.
Projeya ku ekolojîst û komeleyên xwecihî li dij derdikevin, wê ji aliyê Ajansa Rêveberiya Bermayiyên Nukleerî ya Neteweyî (Andra) ve wer birêvebirin.
Fransa hem ji aliyê hilberîna enerjiya nukleerî hem jî ji aliyê teknolojiya nukleerî ve welatekî li gelemperiya cîhanê derdikeve pêş e.