Bi tenê di nava du hefteyên destpêkê yên îsal de zêdeyî 20 hezar penaber di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûn. Ev rewş û hin mijarên din ên girîng, wê li Berlînê di hevdîtina serokwezîran de bên nirxandin.
Berdevkê Hikûmeta Federal a Elmanyayê Steffen Seîbert da xuyakirin ku Serokwezîr Angela Merkel û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû wê tevî wezîrên her du welatan roja Înê li Berlînê li hev rûnên.
Tê gotin ku di civînê de wê mijara bicihneanîna soza Tirkiyeyê ya di berdêl alîkariya malî ya 3 mîlyar euroyî de, astengkirina trafîka penaberan bê nirxandin. Li gorî agahiyan di nava 14 rojên destpêkê yên vê salê de, di ser Tirkiyeyê re zêdeyî 20 hezar penaber derbasî Yewnanîstanê bûne. Ji meha Cotmehê dema morkirina peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê re, tê gotin ku bi sed hezaran penaber derbas bûne.
Tê payîn ku di civîna bi serokatiya Merkel-Davûtoglû de, 'têkoşîna' li hemberî terorîzmê ya piştî êrîşa li Sûltanahmetê û şerê li Kurdistanê wê werin nirxandin.
Di civîna li Berlînê de wê ji her du welatan Wezîrên Karên Hundir, Derve, Parastin û Pêşvebirinê amade bin.