Elmanyayê welatiyên xwe yên biçin Tirkiyeyê hişyar kir

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, piştî teqîna duh a li Sûltanahmetê, hişyariyên xwe yên li ser çûyîna Tirkiyeyê û ewlekariyê de, nû kir.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, piştî teqîna duh a li Sûltanahmetê, hişyariyên xwe yên li ser çûyîna Tirkiyeyê û ewlekariyê de, nû kir.

Wezaretê ji bo welatiyên xwe yên çûne-diçin Stenbolê xwest ku neçin cihên tûrîstik û nekevin nava girseyên gel. Ji welatiyan her wiha hat xwestin, ku bûyeran û hişyariyên li ser ewlekariyê ji medyayê bişopînin.

Wezareta Karên Derve ya Elman, metna hişyariyên li ser ewlekarî û gerê ya ji bo Tirkiyeyê herî dawî di 28'ê Kanûnê de nû kiribû. Wezaretê bal kişandibû ser şerê li Kurdistanê û ji welatiyên xwe xwestibû ku bi taybetî neçin Amed, Mêrdîn, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Şinrex û Colemêrgê.