Li Somalî êrîş: Herî kêm 50 kes mirin
Rêxistina El Şebab danê sibehê êrîşî baregeha Yekîtiya Afrîkayê ya li bajarê El Ade yê li herêma Gedo, ku di navbera sînorên Somalî û Kenyayê de ye, kir. Hat ragihandin, ku di êrîşê de herî kêm 50 kes mirin e.

Rêxistina El Şebab danê sibehê êrîşî baregeha Yekîtiya Afrîkayê ya li bajarê El Ade yê li herêma Gedo, ku di navbera sînorên Somalî û Kenyayê de ye, kir. Li gorî agahiyan, di destpêka êrîşê de wesayîta bombebarkirî li ber deriyê baregehê hatiye teqandin û dûre endamên rêxistina El Şebab ketine nava bargehê. Rayedarê leşkerî yê Somaliyî Huseyîn Abdulle da xuyakirin, ku şerê li vî baregehî didome û îdîa kir ku zêdeyî 50 leşkerên hêza aştiyê hatine kuştin.
'Berdevkê operasyonên leşkerî' yê El Şebab Şêx Abdîasîs Ebû Mûsab ji Reutersê re axivî û diyar kir ku baregeh ketiye destê wan, leşkerên hêza aştiyê reviyane û herî kêm 63 leşker hatine kuştin.
Mûsab ragihand ku li vî baregehê, di çarçoveya hêza aştiyê de leşkerên Kenyayî wezîfe dikirin.