Mûxalefeta Danîmarkayê destek da pêşnûmeya desteserkirina malên penaberan
Li Danîmarkayê, pêşnûmeya ku desteserkirina malên şexsî yên penaberên hatine vî welatî ferz dike, ji aliyê mûxalefetê ve jî hat destekirin.

Partiya lîberal Venstre ya bi serokatiya Serokwezîr Lars Lokke Rasmûssen û hevparên koalîsyona rastgir, wê bi desteka sosyal demokratên li mûxalefetê re, vê pêşnûmeya cihê nîqaşê ye, bixe meriyetê.
Di çarçoveya vê pêşnûmeyê de, ku rastî nearzîbûna gelek welatên cîhanê bi taybetî jî Ewropayê hat, penaberên werin vî welatî, eger bi buhayê zêdeyî 10 hezar kronî malê wan ê şexsî hebe, wê ev mal bên desteserkirin. Ev rêje di destpêkê de weke 3 hezar kron hatibû diyarkirin û rastî rexneyên tund hatibû.
Tê payîn ku hikûmet vê pêşnûmeyê di dema pêş de bike qanûn.