Êrîşa li dijî oteleke li Bûrkîna Faso: Herî kêm 20 kes mirin

Li paytexta Bûrkîna Faso Oûagadoûgoû, komek ser bi El Qaîdeyê êrîşî Otela Splendîd a li navenda bajêr kir. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Bûrkîna Faso Oûagadoûgoû, komek ser bi El Qaîdeyê êrîşî Otela Splendîd a li navenda bajêr kir. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herî kêm 6 êrîşkarên wesayîtên li ber otelê şewitandin û li hemberî hêzên ewlekariyê şer kirin, gele kes dîl girtin.

Hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso bi desteka leşkerên Fransayê, li otelê operasyonek pêk anîn. Ji ber bikaranîna teqemeniyan, beşek ji otelê şewitî. Di encma operasyonê de, Wezîrê Xizmetên Cemaweriyê, Ewlekariya Kar û Civakî Clement Sawadogo jî di nav de 30 rehîne hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 33 kes birîndar bûne.

Baskê El Qaîdeyê yê Bakurê Afrîkayê rêxstina bi navê Îslamî Magreb berpiryariya êrîşê girt ser xwe.