Festîvala TransMediterranee diyarî têkoşîna jinan hat kirin

Festîvala TransMediteranne (TransDeryaSpî) ya her sal li bajarê Fransa Grasse tê lidarxistin, îsal diyarî têkoşîna jinan hat kirin.

Festîvala TransMediteranne (TransDeryaSpî) ya her sal li bajarê Fransa Grasse tê lidarxistin, îsal diyarî têkoşîna jinan hat kirin. Di festîvalê de wêneyên şervanên YPJ'ê hatin nîşandan û têkoşîna jinên Êzidî hat vegotin.

28. Festîvala TransMediteranne (TransDeryaSpî) li Qesra Kongreyê ya Grasse'yê pêk hat. Di festîvalê de wêneyên şervanên YPJ'ê yên ji aliyê nûçegihanê şer ê rojnameya Humaîte Pîerre Barbancey ve hatin kişandin, hat nîşandan.

BORAN: JINÊN ÊZIDÎ JI QATAR Û EREBÎSTANÊ RE HATIN FIROTIN!

Di semînera festîvalê de, destpêkê Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran mafê axaftinê wergirt. Boran bi bîranîna şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest bi axaftina xwe kir. Boran bal kişand ser fermana di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê rabû û anî ziman ku mêrên Êzidî hatin qetilkirin û jin jî li gorî krîteran ji hev hatin cudakirin û li bazaran hatin firotin. Boran got, "Hin jin heta ji Qatar û Erebîstana Siûdî re hatin firotin. Zarokên keç ên 9-11 salî rastî destavêtinê hatin û ducanî man."

'NE BALAFIRÊN DYA, ŞERVANÊN JIN EW RIZGAR KIRIN...'

Boran di dewama axaftina xwe de got, "Bi sed hezaran Êzidiyên xwe li Çiyayê Şengalê girtin, ji tî û nêza jiyana xwe ji dest didan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku mezintirîn artêşa cîhanê ye û xwedî balafiran e, bi hawara wan neçû. Yên ku bi hawara sed hezaran Êzidiyan çûn endamên PKK, YJA Star û YPG/YPJ ên xwedî çekên sivik bûn. DYA bi xwe ditirsiya ku mudaxleyî Şengalê bike. Lê şervanên jin bi hawara mirovan çûn û îro ji bo gelek jinên Êzidî ev jinên bi hawara wan de hatine, mînakin. Êzidî ji bo xwe ji qirkirinên nû biparêzin, pêwîstiyê bi hêza xwe, bi parastina xwe, bi rêveberiya xwe dibîne. Êzidiyan ji xwe re Rojava mînak girtin. YPŞ û YPŞ Jin ava kirin. Cara yekemîn bûn xwedî rêxistinbûyîneke jinê."

BARBACEY: DI NAVA TARÎTIYÊ DE RONAHIYEK

Yek ji nûçegihanên şer ê herî zîrek ê Fransayê Pîerre Barbacey jî serdanên xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê vegot. Barbacey got, "Li Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê di heman demê de ji bo parastina îdealeke civakî û siyasî ya ku jin û mêr lê wekhev in, gelek etnîsîte û bawerî lê bi hev re dijîn û jê re xweseriya demokratîk dibêjin, li ber xwe dan. Modela Rojava, di nava tarîtiyê de, ronahî ye."

Semîner bi dayîna xwarina piştevaniyê bi dawî bû.

...