Kerry û Lavrov wê di 20'ê Çileyê de li ser Sûriyeyê hevdîtinê bikin

Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê, ji bo nirxandin mijarên Sûriye û Ûkraynayê, wê ji nû ve li hev bicivin.

Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê, ji bo nirxandin mijarên Sûriye û Ûkraynayê, wê ji nû ve li hev bicivin. Moskowayê da xuyakirin, ku ev hevdîtin wê di 20'ê Çileyê de li bajarê Swîsre Zurîchê pêk were.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihadin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî John Kerry re hevdîtinê bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di axaftina roja Çarşemê ya navbera Serokê DYA Barack Obama û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de biryar hatiye girtin ku her du wezîr li ser mijarên Sûriye û Ûkraynayê hevdîtinan bikin.

John Kerry, ku wê di 20'ê Çileyê de li Zurîchê beşdarî Forûma Aboriyê ya Cîhanê bibe, wê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtinê bike.

Hat diyarkirin, ku di hevdîtina navbera her du wezîran de, wê hevdîtinên 25'ê Çileyê yên li Cenevreyê di navbera rejîmê û nûnerên mûxalîf de destpê bikin, werin nirxandin. Ji bo van danûstandinên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de were lidarxistin, rejîma Beşar Esad bersiveke erênî dabû.

Barack Obama û Vladîmîr Pûtîn jî, di axaftina xwe ya bi rêya telefonê ya roja Çarşemê de, li ser mijar destpêkirina pêvajoya derbasbûnê ya siyasî li Sûriyeyê, axivîbûn. Obama û Pûtîn di heman demê de mijara Ûkraynayê jî nirxandibûn.