Elmanya dixwaze heta 2020'an 1 mîlyon wesayîtên bi elektrîkê dixebite çêbike

Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, ku bi taybetî li Norwêc û Japonyayê tên bikaranîn, tê xwestin li Elmanyayê jî hîn bêhtir bên bikaranîn.

Tevî ku Wezîrê Maliyeyê li dij derdikeve jî, Wezîrê Ekonomiyê ji bo firotina wesayîtên bi elektrîkê zêde bike, paln dike ku teşwîqa ji mîlyaran euroyî pêk bîne.

Li Elmanyayê ku welatê herî zêde li Ewropayê li hemberî germahiya global di nava hewldanan de ye., Wezîrê Ekonomiyê yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Sîgmar Gabrîel dixwaze hejmara wesayîtên bi elektrîkê dixebite, zêde bike. Gabrîel dixwaze hejmara van wesayîtên ku niha bi qasî 19 hezar e, heta sala 2020'an bigihîne 1 mîlyonê.

Lê belê ji ber ku ev wesayît li gorî wesayîtên bi karburantê buhatir e, zêde li Elmanyayê nayê tercîhkirin. Tê gotin, ku Wezîrê Ekonomiyê bi armanca teşwîqkirinê dixwaze serê her wesayîtê 5 hezar euro alîkarî ji aliyê dewletê ve bê dayîn. Tê payîn ku maliyeta giştî ya vê planê heta sala 2020'an 2,5 mîlyar euro be.

Ev plana Gabrîel ji aliyê Wezîra Hawirdorê ya ji SPD ye Barbara Hendrîcks ve tê destekkirin. Lê belê wezîrên hevkarên din ên ji CDU û CSU bi erênî nêzî vê planê nabin.

Tevî maliyeta zêde, ji ber ku ev wesayîtên bi elektrîkê dixebitin xwedî bateryayên bi tenê 150 kîlometre dikare pê bê ajotin in, mirov van wesayîtan weke wesayîteke duyemîn di nava bajaran de tercîh dikin. Li Elmanyayê makîneyên şarja elektrîkê li 4 hezar stasyonên benzînê hene. Beşeke girîng a ji van jî li bajarên mezin in.

Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, bi taybetî li Norwêc û Japonyayê rastî eleqeyê tên. Li Norwêcê ji sedî 11 ê wesayîtên par hatin kirîn wesayîtên bi elektrîkê dixebitin e. Tê gotin ku plana teşwîqê jî li Japonyayê bandor li kirîna van wesayîtan kiriye.