Li pêşiya zimanên xwecihî û herêmî yên li Fransayê Meclîs careke din bû asteng
Pêşnûme qanûna ji bo pêşvebirina zimanên xwecihî û herêmî yên li Fransayê, careke din bi dengên partiyên rastgir hat redkirin.

Pêşnûmeya ji bo bicihanîna bi xurtî ya Şertê Zimanên Xwecihî û Herêmî ya Ewropayê, ku parlamenterê Bretonê Paûl Molac xist rojeva Meclîsa Neteweyî, di dengdayîna nîvê şevê de hat redkirin. Di dengdayînê de ji 28 wekîlan 14 li dij derketin, 13 jî dengê 'erê' bi kar anîn.
Lê belê ji ber ku parlamenterek bêalî ma, pêşnûme hat redkirin.
Parlamenterên Partiya Sosyalîst (PS) a desthilatdar ên beşdarî dengdayînê bûn, ji bo pêşnûmeyê dengê 'erê' bi kar anîn. Komargerên bi lîderiya Nîcolas Sarkozy (LR) û endamên partiyên din ên rastgir, dengê 'na' bi kar anîn.
Pêşnûmeyeke din a ku dixwest tevî zimanê Fransî zimanê xwecihî weke zimanê duyemîn ê perwerdeyê bê qebûlkirin û li medyayê ji bo bikaranîna zimanên xwecihî hîn bêhtir teşwîq bê kirin, di meha Cotmehê de ji aliyê Senatoyê ve hatibû redkirin.
Di serî de Alsasî, Oksîtancî, Bretonyayî û zimanê Baskê gelek zimanên bi dehan herêman ên li Fransayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Alsasî hînê ji aliyê 700 hezar kesî ve tê axaftin.