Civaka Yahûdî ya li Fransayê wê dev ji 'kîppa' bernede

Li Fransayê, piştî ku mamosteyek Yahûdî rastî êrîşa zarokekî welatiyê Tirkiyeyê yê alîgirê DAIŞ'ê hat, di nava civaka Yahûdî de li ser 'kîppa' nîqaşê destpê kir.

Li Fransayê, piştî ku mamosteyek Yahûdî rastî êrîşa zarokekî welatiyê Tirkiyeyê yê alîgirê DAIŞ'ê hat, di nava civaka Yahûdî de li ser 'kîppa' nîqaşê destpê kir. Hin nûnerên olî yên li Marsîlyayê ji bo 'kîppa nedin serê xwe' hişyarî dan. Lê belê Hahamê Sereke yê Civata Yahûdiyên li Fransayê û Konseya Saziyên Yahûdî nerazîbûn nîşanî vê dan.

Li Marsîlyayê roja Duşemê mamosteyek, rastî êrîşa bi sator a xwendekarekî welatiyê Tirk ê 15 salî hatibû û birîndar bûbû. Piştî êrîşê lîderê olî yê Yahûdî yê li Marsîlyayê Zvî Ammar dabû xuyakirin, ku di roja îro ya ku êrîş gelek rû didin de, dibe ku kîppa (kumê Yahûdiyan ê kevneşop) neyê bikaranîn. Ammar dabû xuyakirin, ku ev yek dikare heta 'rojên baştir' bidome.

Lê belê hem Hahamê Sereke hem jî Konseya Saziyên Yahûdiyan a li Fransayê (Crîf) nerazîbûn nîşanî vê banga Zvî Ammar dan. Hahamê Sereke yê Civata Yahûdiyan Korsîa got, "Divê em tawîzê nedin ti tiştî. Em ê kîppa her bidin ser serê xwe."

Serokê Konseya Saziyên Yahûdiyên li Fransayê (Crîf) Roger Cûkîerman jî bi zimanekî tund banga bikarneanîna kîppa rexne kir. Cûkîerman banga Hahamê Marsîlyayê weke 'nêrîneke qet nebaş' rexne kir û got, "Ev yek encama feraseteke ku têkçûnê qebûl dike û ji mafê xwe tawîzê dide ye."

Serokê Crîfê da xuyakirin, ku çareseriya li hemberî êrîşên barbarî yên DAIŞ û çeteyên mîna wan, ne xweveşartin e.