Li Arktîkayê berî 45 hezar salî mirov dijiya

Li gorî lêkolînekê, li Arktîkayê ku herêma jorîn a Cemsera Bakur e, jiyana mirovan ji texmînak gelekî kevntir e.

Li gorî lêkolînekê, li Arktîkayê ku herêma jorîn a Cemsera Bakur e, jiyana mirovan ji texmînak gelekî kevntir e.

Di lêkolîna ji aliyê zanyarên Rûs ve hat kirin û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat weşandin de, derket holê ku jiyana mirovan a li Arktîkayê digihêje serdema beriya 45 hezar salan.

Ekîbek pispor a bi rêveberiya Aleksey Tîkonov, li ser bedena mamûtekî di 2012'an de li Kendava Yenîsey a li Arttîk Sîbîryayê dît, lêkolîn kir û gihaşt wê encamê ku ev heywan ji aliyê mirovan ve hatiye birîndarkirin. Bi lêkolîna radyokarbon re hat tespîtkirin ku ev heywan beriya 45 hezar salan jiya ye.

Di encama lêkolînê de hat ragihandin, ku ev mamûtê mezin bi rimê yan jî tiştekî mîna wê hatiye birîndarkirin.

Encamên lêkolînê raxist pêş çavan ku jiyana mirovan li Arktîkayê 10 hezar sal ji texmînan kevntir e û digihêje heta serdema 45 hezar sal beriya niha.