Destê Merkel li Siûdiyan nabe
Tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û desteka ji bo rêxistinên çete jî hevkariya Erebîstana Siûdî ya bi Elmanyayê re wê bidome.
Tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û desteka ji bo rêxistinên çete jî hevkariya Erebîstana Siûdî ya bi Elmanyayê re wê bidome.
Tevî hemû binpêkirinên mafên mirovan û desteka ji bo rêxistinên çete jî hevkariya Erebîstana Siûdî ya bi Elmanyayê re wê bidome. Tê gotin ku Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ragihandiye ku ew alîgirê dewamkirina hevkariya bi Siûdiyan re ye.
Hat ragihandin ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di rûniştina li Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal de bi bahaneya 'nabe ku reaksiyonên lezgîn werin nîşandan' hevkariya bi Siûdiyan re parastiye. Parlamenterên di komîsyonê de cih girtin diyar kirin, ku Merkel îdamên li Erebîstana Siûdî û krîza bi Îranê re ji nedîtî ve hatiye.
Tê gotin ku di Komîsyona Meclîsa Federal de Merkel ev têkilî parastiye û gotiye ku Siûdî di çareseriya krîza Sûriyeyê de 'aktorekî girîng' e.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê ku naxwaze têkiliyên aboriyê yên bi Siûdiyan re winda bike, Frank-Walter Steînmeîer wê di meha Sibatê de biçe Riyadê.
Tevî qanûnên Elmanya yên li ser firotina çekan jî, îxracata Elmanya ya ji Erebîstana Siûdî re di salên dawî de tevî ewqas binpêkirinên mafên mirovan, zêde bûbû.