Fransa wê êdî destûrê nede lêgerîna petrolê

Fransa, ku meha bihurî malovanî ji Konferansa Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) re kir, da xuyakirin ku ew ê êdî destûrê nede lêgerîna li hîdrokarbunên konvansiyonel.

Wezîra Hawirdor û Enerjiyê ya Fransayê Segolene Royal diyar kir ku ew di çarçoveya qanûna nû ya veguherîna enerjiyê de tevdigerin û ji niha û pê ve ew ê destûr ji lêgerîna hîdrokarbunên konvansiyonel re neyê dayîn. Royal qala destûrên heta roja îro hatine dayîn nekir, lê destnîşan kir, ku wê ji lêgerîneke nû re destûr neyê dayîn.

Wezîra Enerjiyê bibîr xist, ku Fransa dixwaze para xwe ya di bikaranîna enerjiya fosîlan de kêm bike û anî ziman ku ew ê şîrketan hîn bêhtir ji bo çavkaniyên enerjiya ji nû ve dikarin werin bikaranîn, teşwîq bikin.

Ji 1'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li Fransayê di çarçoveya 54 destûra lêgerîna li petrolê xebat didomin. Hînê 130 serlêdanên ji bo wergirtina destûrê hene. Li Fransayê destûr ji rêbaza frackîng a ji bo derxistina petrol û gaza di binê tehtan de ye, nayê dayîn.