Di sala 2015'an de herî zêde nexweşiyên dil û kanserê rê li ber mirinê vekirin

Li Cîhanê di sala 2015'an de bi qasî 57 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 140 mîlyon pitik jî ji dayik bû. Li Cîhanê ku nifûsa xwe 83 mîlyon zêde bû, par sedema herî mezin a mirinê nexweşiyên dil û kanser bû.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nexweşiyên dil bi rêjeya ji sedî 7.4 re sedema herî mezin a mirinê ye. Bi rêjeya ji sedî 6.7 re çûyîna xwînê ya li ser mejî, di rêza duyemîn a sedemên mirinê de cih digire.

Di rêza sêyemîn de jî nexweşiya pişikê ya kronîk obstrûktîf û enfeksiyona di rêya bêhnstendinê de, cih digire.

Kansera pişikê weke kansera herî zêde dibe sedema mirinê hat tespîtkirin. Nexweşiya şekir û AIDS bi rêjeya ji sedî 1.5 re çend ji nexweşiyên herî kujer in.

Bi giştî 2 ji sê parên mirinan ji ber nexweşiyên dil rû dan. 

Dema welatên pêşketî û kêm pêşketî di vî warî de tên nirxandin, encameke balkêş derdikeve holê. Li welatên pêşketî pirsgirêka dil a ji ber extiyariyê di rêza yekemîn de ye. Li welatên kêm pêşketî jî enfeksiyona pişikê û AIDS di rêzên yekemîn û duyemîn de cih digirin.

Mirinên ji ber şer jî di sala 2015'an de di asta rêjeya ji sedî 0.3 de bû.