Muzakereyên Sûriyeyê di 25'ê Çileyê de destpê dikin

Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirin Staffan de Mîstûra dixwaze muzakereyên Sûriyeyê di 25'ê Çileyê de li Cenevreyê werin kirin.

Pênc endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser krîza Sûriyeyê li Cenevreyê li hev civiyan. Sefîrê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra da xuyakirin ku muzakere wê di 25'ê Çileyê de destpê bikin.

Mîstûra roja Çarşemê bi nûnerên pênc endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re civîna amadekariyê pêk anî. Piştî civînê Mîstûra derket pêşberî rojnamevanan û anî ziman ku civîn ji bo pêşvebirina muzakereyên Cenevreyê hatiye kirin. Mîstûra da xuyakirin ku hînê pirsgirêkên nehatine çareserkirin hene, lewma civîn hatiye lidarxistin û da zanîn ku ew dixwazin muzakereyan di 25'ê Çileyê de bidin destpêkirin.

Mîstûra li bendê ye nûnerên hikûmeta Şamê û mûxalefetê li Cenevreyê li hev bicivin. Hikûmeta Sûriyeyê di hefteya bihurî de dabû xuyakirin ku ew ê beşdarî hevdîtinan bibe. Lê belê mûxalefet hînê disekine.