Fransayê, komeleyên nêzî El Nûsra girt

Li Fransayê, ku di 13'ê Mijdarê de 130 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, mizgeft û komeleyên pesnê şîdetê û rêxistinên tund ên olî didin, tên girtin.

Li Fransayê, ku di 13'ê Mijdarê de 130 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, mizgeft û komeleyên pesnê şîdetê û rêxistinên tund ên olî didin, tên girtin. Serokkomar Françoîs Hollande, biryarnameya ji bo girtina 3 komeleyên pêwendiya xwe bi mizgefteke bi çeteya El Nûsra re têkildar a di meha Kanûnê de hat girtin, erê kir.

Piştî ku Walîtiya Seîne-et-Marne di 2'ê Kanûnê de mizgefta Lagny-sur-Marne girt, biryarnameya ji bo girtina 3 komeleyên ji bo teşwîqkirina çalakiyên şîdetê tên xebitandin, hat îmzekirin.

Hat ragihandin ku komeleyên bi navê 'Vegera li çavkaniyê', 'Vegera li çavkaniyên Îslamî' û 'Komeleya Misilmanên Lagny-sur-Marne' li gorî xala 212-1 a Qanûna Ewlekariya Hundir hatiye girtin.

Li gorî agahiyên ji Wezareta Karên Hundir hatin wergirtin, her sê komele bi 'armanca çandî' hatibûn avakirin, lê belê hatiye tespîtkirin ku ji bo herêmên şer ên li Misir, Iraq û Sûriyeyê milîtanan peyda dikin.