NY: Bi dorpêçkirina bajaran re mehkûmkirina bi birçîbûnê re, 'sûcê şer' e

Têkildarî Sûriyeyê, ku bi mîlyonan mirov hewcedarî alîkariyê ne û bi sed hezaran mirov li bajarên di nava dorpêçiyê de hewl didin bijîn, Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke tund da.

Têkildarî Sûriyeyê, ku bi mîlyonan mirov hewcedarî alîkariyê ne û bi sed hezaran mirov li bajarên di nava dorpêçiyê de hewl didin bijîn, Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke tund da. Sekreterê Giştî Ban Kî-moon bang li rejîmê û mûxalefetê kir, ku siyaseta birçîhiştina mirovan bi dorpêçiya bajaran re, biterikînin.

Ban Kî-moon bibîr xist ku li Sûriyeyê di serî de li Madaya, li gelek bajaran bi sed hezaran mirov hatine dorpêçkirin û destnîşan kir, ku bi birçîhiştina mirovên li van deveran re hewldana teslîmgirtina bi zorê 'sûcê şer' e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hem bang li rejîma Beşar Esad, hem jî li komên çekdar ên mûxalîf kir û da zanîn ku ev pêkanîn di çarçoveya Hiqûqa Însanî ya Navneteweyî de hatiye qedexekirin.

Ban Kî-moon bang li welatên li herêmê kir û ji wan xwest, ku bandora xwe bi kar bînin û alîkariyê bigihînin bajarên alîkariya însanî nagihêjin wan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî bi qasî 4,5 mîlyon mirov li herêmên Sûriyeyê yên zehmet e alîkarî bigihêjin wan deran, dijîn. Tê texmînkirin ku 400 hezar mirov jî li bajarên hatine dorpêçkirin dijîn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dixwaze di danûstandinên 25'ê Çileyê yên li Cenevreyê de, mijara pêşîvekirina li alîkariyên însanî yên ji bo sivîlan bê vekirin.